PeyamaKurd - Alîkarê balyozê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Richard Mills ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî xwestiye, çi ji destê wan tê bikin û nivîsandina destûra nû ya Sûriyê 2020an derbas neke.
Mills li ser navê rêveberiya Trump ragihandiye ku Esed hêvî dike ku karê nûnerê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedersen betal bike û xebatên komîteya nivîsandina destûrê jî bi zanebûn dereng dixe.
Nûnerê Amerîkayê Mills ji Pedersen xwest ku ji bo hewldanên aliyan hêsantir bike tedbîrên ku ew guncan dibîne bistîne û wiha got:
"Sûriye ji bo pêkanîna hilbijartinên azad, adil û zelal ku civata Sûriyê beşdar bibe, amede ye û ji ber vê yekê jî pêdivî bi xebata Komîteya Destûrê û Neteweyên Yekbûyî heye da ku plansaziya xwe ya mîsogeriya baweriya hilbijartinên Sûriyê ya bê zûtir bike."
Herwiha Balyozê Alman Christoph Heusgen ê NY jî taktîkên Esed wek "rawestandin û astengkirina" xebatên Komîteya Destûrê nirxand.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin