PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Mîrê Siûdî Erebîstanê re got ku heke ne ji me be, hûn nikarin du hefteyan li ser îqtîdarê bimînin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Eyaleta Misîsîppiyê di kongreya partiya xwe de axivî û got ku min Mîrê Siûdî Erebîstanê Selman bîn Ebdulezîz hişyar kir û min jê re got ku heke alîkariya me ya leşkerî tune be, hûn nikarin du hefteyan li ser îqtîdarê bimînin. Ji ber vê yekê divê hûn jî bedêla vê alîkariyê bidin.
Trump wiha dewam kir: “Min ji Mîrê Siûdî Erebîstanê re got; Binêre Mîr, em te diparêzin. Ku em tune bin, hûn nikarin du hefteyan li vir bimînin. Tu mecbûr î ku tu heqê artêşa xwe bidî.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin