Amerîka konsulxaneya xwe ji Kievê dibe Lviv ê

Amerîka konsulxaneya xwe ji Kievê dibe Lviv ê

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Atony Blinken ragihand ku bi sedema endîşa asayîşa li Ûkraynayê, konsulxaneya xwe ya li payîtexta Ûkraynayê ya li Kievê, bo demkî neqlî bajarê Lviv ê dike. Bajarê Lvivê nêzî sînorê Polonya ye û di haleteka awarte de dikare derbasî Polonyayê bike. Li ser neqla konsulxaneyê Blinken weha got:

“Ji ber hêzên Rûsya bi awayekî dramatîk hêzên leşkerî kom dike ser sînorê Ûkraynayê, em karên xwe yên konsulxaneyê ji bo demkî ji Kievê dibin bajarê Lvivê. Wê konsulxaneya me bi rêvebiriya Kievê re têkiliyên xwe dewam bike. Rûsya heman tevgerên xwe dewam dike û em hê jî ji bo dîplomasiyê rêyên xwe vekirî dihêlin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin