Amerîka leskerên xwe yên li Minbicê zêdetir dike!

Amerîka leskerên xwe yên li Minbicê zêdetir dike!

Berdevkê Artêşa Amerîkayê Serheng Thomas F. Veale ragihand ku ew ê leşkerên xwe yên li Minbicê zêde bikin. Ev zêdekirin ji bo ewlehiya leşkerên Koalîsyona Navnetewî ye.

Lêbelê çi qas leşker hatine zêdekirin, di derbarê vê yekê de ti daxuyanî nehatin dayîn. Tenê hat ragihandin ku di asta hewceyiyê de ye.

Alîkarê Serokê Konseya Leşkerî ya Minbicê Najim Muhemmed jî got ku koalîsyonê soz daye ku ew ê Minbicê biparêzin. Muhemmed wiha berdewam kir: “Ji bo parastin û ewlehiya Minbicê em û koalîsyon bi hev re dixebitin. Şirîkatiya me pir saxlem e. Lêbelê ji ber ku Artêşa Azad a Sûriyê bi piştgiriya Tirkiyê xwe nêzîkî bajarê Minbicê dike jî, em bi tirs in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin