PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îro Duşemê dubare ragihand ku dê dorpêçên nû yên girîn li ser Îranê bên sepandin, lê naveroka wan dorpêçan eşkere nekir. Tê ragihandin ku Amerîka li Rojhilata Navîn bi serkêşa Erebistana Siûdî û Îmaratê ketiye nav hewla avakirina hevalbendiyeke dijî Îranê.
Hat ragihandin ku Pompeo di serdana xwe ya Rojhilata Navîn de ku hevdîtinan ligel karbidestên Erebistana Siudî û Îmaratê pêk tîne de, hewil dide ji bo dortengkirina bandora Îranê hevpeymanekê ava bike.
Pompeo di serdana xwe de got: "Divê dinya tev bizane ku hewlên me wê bidomin ku em nehêlin Îran terorê kûr bike, xwedîyê çekên navokî be û programa moşekên navokî ava bike. Armanca me ew e ku em pêşî li wan bigirin û berjewendî û hemwelatîyên Amerîkî yên li seranser cîhanê biparîzin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin