PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon ji bo pêdiviyên Ûkraynayê destek bike bi miqdarê 1.3 mîlyar dolarî paketa alîkariyê ragihand. Di nav paketê de alavên şiyanên bergiriya hewayî û mûhîmmat hene.
Di nav paketê de sîstemên ku ji bejayiyê fuzeyan davêjin hewayê (NASAMS), muhîmmat, topên 152 mm, alavên mayinan paqij dikin, alavên ku çekên elektronîk yê herbê tesbît dikin, fuzeyên TOW, dorne, 150 kamyonên petrolê, 165 alavên ku ekîpmanan dikşînin, sîstemên ewlehiyê û danûsitendinê hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin