PeyamaKurd- Dîrektorê Civata Ewlehiya Neteweyî û Pêwendiyên Stratejîk ê Koşka Spî John Kirby, li ser bernameya balafirên F-16 a ji bo Tirkiyeyê da zanîn ku piştgiriya Joe Biden a ji bo vê peymanê, dewam dike.
John Kirby, di ser Zoomê re polîtîkaya derveyîn ên Amerîkayê nirxand û pirsên rojnamevanên li Koşka Spî bersivandin. Kirbiy, pirsa bernameya balafirên şer ên F-16 yên ji bo Tirkiyeyê bê ka guherînek heye yan na; bi vî awayî bersivand:
“Me di derbarê bernameya F-16 de guherînek çênekiriye. Serok Joe Biden, piştgiriya xwe ya ji bo vê peymanê dewam dike.”
Li ser daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ên di derbarê Yunanistanê de jî pirs hat pirsîn bê ka bi Erdogan re nirxandinek hatiye kirin yan na; li ser vê yekê jî ji aliyê Kirby ve ev şîrove hat kirin:
“Serokomar Erdogan, dikare şîroveyên xwe bike. Tirkiye, hevkarekî NATOyê ye û hevkarekî girîng e. Bi taybetî jî di peymana korîdora zad de roleke girîng a Tirkiyeyê heye. Ligel Tirkiyeyê carinan di hin mijaran de dîtinên me ji hev cuda ne, ev melûmê her kesî ye lê belê ev nayê wê wateyê ku em girîngiyê nadin têkiliyên xwe û Tirkiyeyê, em girîngiyê nadin endamtiya wê ya NATOyê. Ev nayê wê wateyê ku em di peymana korîdora zad a ku me gelek dixwest de ji bo rola wê ne minetdar in.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin