PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price ragihand ku li gorî nirxandinên wan serokê nû yê El Qaîdeyê Seyful Adil li Îranê ye.
Ned Price, bersiva pirsa rojnamevnan a derbarê mijarê de da û got: “Nirxandinên me yên derbarê Seyfu’l Adil de ku li Îranê ye, bi nirxandinên Neteweyên Yekbûyî (NY) li hev dikin. Pêşkeşkirina stargeke ewle ji bo El Qaîdeyê û bi piştevaniya berfireh a Îranê ya terorîzmê, mînaka çalakiyên Îranê yên têkdana îstiqrarê ya li derveyî Rojhilat Navîn e jî.”
Li aliyê din pisporên NY jî di raporên xwe de diyar kirine ku lîderê El Qaîdeyê Seyful Adil li Îranê dimîne, lê ji ber ku Qaîde mirina Serokê El Qaîdeyê Eymen Zevahirî li Kabûlê, qebûl nekiriye niha seroktiya Seyful Adil jî nehatiye ragihandin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Amerîkayê ragihandibû ku di meha Tebaxa borî de, di êrîşeke asmanî de Serokê El Qaîde Eymen Zevahirî li paytexta Afganistan Kabûlê hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin