PeyamaKurd- Senatorê komarparêz yê Amerîkî Marco Rubio got ku Serokomar û Serokwezîrê Iraqê li gorî dilê Îranê hatin hilbijartin.
Senatorê komarparêz yê Amerîkî Marco Rubio di derbarê hilbijartinên Iraqê de daxuyaniyeke balkêş da. Rubio got ku Fermandarê Hêzên Şoreşa Îranê Qasim Suleymanî li ser hilbijartinên Iraqê bandoreke mezin kir û bi vî rengî hem Serokomar û hem Serokwezîrê Iraqê, li gorî berjewendiyên Îranê hatine hilbijartin.
Parlamentoya Iraqê di 2yê Cotmehê de namzetê YNKê Behrem Salih wekî Serokomarê Iraqê hilbijart. Di vê hilbijartinê de yê bi ser ketî, Îran e.
Rubio got ku Qasim Suleymanî bi şexsê xwe ji bo peymanan di navbera aliyan de navcînçîtî kiriye. Ev geşedaneke mezin û xirab e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin