PeyamaKurd – Hêzên asmanî yên Îsraîl û Amerîkayê rahênaneke leşkerî ya asmanî birêve birin.
Rojnameya Îsraîlê Makor Rishon ragihand ku ew manewreya asmanî peyameke zelal e ji bo rejîma Îranê ji ber ku Îran gefê li welatên herêmê dike.
Hatiye diyarkirin ku di manewreya asmanî de balafirên F16, balafirên sîxurî yên Galif Îstrîm-500 û çendîn cur ji balafirên din beşdarî kirine.
Hat ragihandin ku ev manore û rahênana Amerîka û Îsraîlê di demekê de hatine lidarxistin ku Artêşa Îsraîlê xwe ji bo êrîşkirina ser binkeyên atomî yên rejîma Îranê amade dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin