Amerîkayê, balafirên ser sandin Rojhilata Navîn!

Amerîkayê, balafirên ser sandin Rojhilata Navîn!

PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku balafirên F-16 ên ku ji bo Rojhilata Navîn hatine şandin, gihîştine qada berpirsyariya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku balafir dê bi yekîneyên berevaniyê yên ku berê ji aliyê wezaretê ve ji bo herêmê hatine şandin re bixebite da ku hêzên Amerîkî li herêmê xwe biparêzin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser şerê Îsraîl û Filistînê ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû û hat gotin ku “Komên ku ji aliyê Îranê ve tên destekkirin, hem êrîşî hêzên Amerîkayê dikin hem jî li dijî hêzên Amerîkayê ne.”

Berdevkê Pentagonê Orgeneral Pat Ryder di civîna çapemeniyê ya rojane de bal kişand ser êrîşên li dijî baregehên Amerîkayê yên li Iraq û Suriyeyê û got, “Komên ku ev êrîş pêkhanîne, ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin û hem li Iraqê hem li Suriyeyê êrîşî Amerîkayê dikin.”

Armanca Amerîkayê, ji dema destpekirina pevçûna İsrail û Filistîne ve ew e ku pevçûn berfireh nebe û hişyariyê bide welatên ku dixwazin vê hawîrdora pevçûnê ji bo zêdekirina şîdetê bi kar bînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin