PeyamaKurd - Amerîkayê biryar vekişîna ji Peymana Hêzên Nukleerî yên Menzîla Navîn (INF) ku bi Rûsyayê sala 1987an îmze kiribû, ragihand.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo daxuyaniya derbarê vekişîna ji INFyê de ragihand ku Amerîkayê 60 roj mohlet ji Kanûna 2018an ve dabû Rûsyayê û îro 1ê Sibatê ew mohlet bidawî bû.
Li gor wê peymanê moşekên nukleerî yên menzîla wan navbera 500 / 5500 kîlometran hatibûn qedexekirin.
Peyman heyama Yekîtiya Sovyetê ligel Amerîkayê hatibû îmzekirin û ji bo welatên Ewropayê wekî misogeriyeke ewlekariyê dihat zanîn.
Lê piştî vekişîna Amerîkayê ji INFê îhtimal e moşekên menzîldirêj ên Amerîka û Rûsyayê li gelek welatên dinyayê werin bicihkirin ku ev jî wekî metirsiyeke mezin a çekên nukleerî tê şîrovekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin