PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Amerîkayê ji ber ku di şerê Ukraynayê de teknolojîyên krîtîk bo Rûsyayê dabîn kirine, dorpêç li ser 31 kompaniyên Çînê sepand.
Balyozê Pekînê yê Amerîkayê Nicolas Burns, li ser tora medya civakî Xê ragihand, 31 kompaniyên din ên çînî li dorpêçan hatine zêdekirin ku wan kompaniyan teknolojiyêk krîtîk di şerê Ukrayna de ji bo Rûsyayê dabîn kirine.
Burns diyar kir ku wan berê jî Çîn agahdar kiriye, heger firotina bo Rûsyayê neyê rawestandin ew dê tedbîra werbigirin.
Kompaniyên ku ketiye nav lîsteya dorpêçan, di warên teknolojiyên asmanî û fezayî de hilberîna alavên leşkerî dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin