Amerîkayê gemiya Îranê ji Cebelîtariqê xwest

Amerîkayê gemiya Îranê ji Cebelîtariqê xwest

PeyamaKurd - Hikûmeta Amerîkayê îro Pêncşemê ragihand ku wan ji rêveberiya Cebelîtariqê ya girêdayî Brîtanyayê daxwaza tankera neftê ya Îranî ku dest danîbû ser kiriye.

Hêzên peravên Cebelîtariqê 4ê Tîrmehê bi sedema ku tankêra petrolê ya Îranê Grace dorpêçên ser Îranê binpê dike û petrolê difiroşe dest danîbûn ser wê keştiya Îranê.

Li demeke ku dihat çaverêkirin ew keştî ji alîyê dadgehê we were berdan, hikûmeta Amerîkayê ji rêveberiya Cebelîtariqê daxwaza wê keştiya Îranî kir.

Di medya cîhanî de jî nûçe û îdiayên ku dê Brîtanya û Îran gemîyên di destê xwe de pevbiguherînin hatibûn belavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin