PeyamaKurd- Hêzên Amerîkayê ji bo amadekariya li hemberî êrîşên muhtemel ên Îranê, li binkeya asmanî ya El-Udeyd a li Qeterê sîstemên parastina asmanî yên Patriot xistin ser platformên gerok.
Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, artêşa Amerîkayê li binkeya asmanî ya El-Udeyd ku mezintirîn binkeya wan a li Rojhilata Navîn e gavên nû yên parastinê avêtine. Ji ber zêdebûna alozî û hevrikiyên bi rejîma Îranê re, sîstemên moşekî yên Patriot êdî li ser wesayîtên gerok hatine bicihkirin.
Ev guhertin dihêle ku hêzên Amerîkayê di demeke gelekî kurt de û bi lezgînî bersiva her êrîşeke asmanî bide.
Pisporên leşkerî diyar dikin ku veguhastina moşekan bo ser platformên gerok, şiyana manewra û parastinê gelekî zêde dike. Di rewşeke ku egera şer û pevçûnan her ku diçe zêdetir dibe, ev gava Amerîkayê wekî beşek ji stratejiya kêmkirina xisaran û parastina serbazên xwe tê dîtin.
Hêjayî gotinê ye, Amerîka bi vê gava xwe nîşan dide ku naxwaze di êrîşeke ji nişka ve de tu zirar bigihe hêzên wê, lewma asta amadebaşiya sîstemên xwe yên parastinê derxistiye asta herî bilind.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin