PeyamaKurd - Kanala televizyonî ya nêzîkî Hizbullahê El-Meyadîn, angaşt ku li Yemenê frokeyeke bêmirov a MQ-9 Reaper a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hatiye xistin.
Al-Meyadîna nêzîkî Hizbullahê angaşt ku frokeya bêmirov a DYAyê li bajarê Saada yê li bakurê Yemenê ku di bin kontrola Hûsiyan de ye hatiye xistin.
Hûsiyên girêdayî rejîma Komara Îslamî ya Îranê ku du hefte berê ragihandibûn ku wan hêrişên xwe yên li dijî keştiyên di korîdora Deryaya Sor re derbaz dibin rawestandiye, di derbarê xistina frokeya DYAyê de tu daxuyanî nedan.
Ji aliyê din ve Hûsiyan gefa tolhildana kuştina Serokê Baskê Siyasî yê Hemasê Îsmaîl Henîyyeyê ku hefteya borî li Tehranê, di hêrişeke Îsraîlê de hatibû kuştin xwaribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin