Antony Blinken bi serokkomarê Misrê re hevdîtinekî kir

Antony Blinken bi serokkomarê Misrê re hevdîtinekî kir

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken di çarçova seredana xwe ya Rojhilata Navîn de çû Misrê û li Misrê bi serokkomarê Misrê bi Abdulfettah es-Sisi re li ser agirbesa Şerîda Xezzayê û şerê navbera Îsraîl-Hamasê axifîn.

Di hevdîtina Blinken û Sisi de li ser agirbesa Şerîda Xezzayê, guhertina esîran bi hev û babetên weka gihandina alîkariya zêde ji bo herêmê axifîn.

Di wexta gera Blinken de, Hamas a ku Xezzayê kontrol dike û baregeha wan li Qatarê li payîtext Dohayê heye û hem Qatar navbeynkariya wan dike, wê ziyaret bike.

Çûna Blinken ya Rojhilata Navîn tam ket wexta ku Amerîka li hedefên grûbên bi ser Îranê ve yên li Iraqê, Sûriyê û Yemenê dixe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin