PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken seredana Îsraîl, Fîlîstîn, Fas û Cezayirê dike. Blinken ji bo li ser mijarên Rûsya-Ûkrayna, hevdîtinên nukleerî yên navbera Îran û Amerîkayê, mijara Îsraîl-Fîlîstînê, mijara normalîzebûna têkiliyên Ereb û Îsraîlê û hem di gelek babetên din de wê bi her 4 dewletan re biaxife.
Berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Ned Price ragihand ku wê Blinken di 26-30 yê adarê de here seredana Îsraîl, Şerî’a roajava, Fas û Cezayîrê.
Wê gera Blinken bi Îsraîlê û Şerî’ayê destpêbike. Bi serokwezîr Naftali Bennett, wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yair Lapid, bi wezîrê bergiriyê bi Benny Gantz û serokkomar Isaac Herzog re hevdîtin bike.
Blinken wê bi serokê Fîlîstînê bi Mehmûd Ebbas re li Ramallahê hevdîtin bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin