PeyamaKurd - Har ragihandin ku Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) û Arjantînê li ser peymana stand-byê ya 3 salan a ku krediya 50 milyar dolarî eleqedar dike, li hev kirin.
Li gor daxuyaniya ku saziyê da hikûmeta Arjantînê ya meha borî kredî xwestibû û bi heyeta IMFyê ra li ser peymana stand-byê ya 3 salan li hev kir.
Peyman wê pêşkêşî Lijneya Rêvebirinê ya IMFyê bikin. Tê payîn ji bo Arjantîna ku qiymeta pereyê wê di heyema dawîn da gelekî daket 50 milyar dolar kredî bê dayîn.
Bi krediya bê hildan va bi piranî wê deynên welêt ên dolarê bê dayîn û şertê hildana krediyê jî ew e ku kar û xebat wê li gor bernameya aboriyê ya IMF eşkere dike, bên kirin.
Pereyê Arjantînê peso îsal li hemberî dolar ji sedî 25 bêqiymet bû û vê yekê jî welat bi qeyraneke aboriyê ya nû ra rû bi rû hişt.
Bankeya Navendî ya Arjantînê ji bo rê li ber bêqiymetbûna pesoyê ya li hemberî dolar bigire li pey hev faîz zêde kiribû û polîtîkaya faîzê derxistibû ji sedî 40î.
Peymana Stand-byê çi ye?
Ew peymanên ku IMF bi welatên endam ên hewcedariya wan bi piştiriya fînansê heye ra mohr dike wekî peymana stand-byê tê binavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin