PeyamaKurd - Artêşa Lîbyayê ragihand ku wan 19 panzêrên dewleta Tirk ku bi rêya keştiya sivîl a Tirkiyê derbasî berava Misratayê hatine kirin ruxandine.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Lîbyayê daxuyaniyek li ser bombebarana esmanî li ser bajarê Misratê belav kir û tê de got, 19 panzerên ji bo radestkirina çekdarên girêdayî Tirkiyê hatibûn şandin hatine ruxandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, piştgiriya Tirkiyê binpêkirina biryarên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî ye û hat gotin, "Balafirên Lîbyayê armancên xwe pêk anîn û panzêr rûxandin, di encama hedefgirtinê de teqînên mezin ji ber depokirina çek û cebilxaneyan di panzêran de pêk hatin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin