PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê nêzî 200 wesayîtên leşkerî doh 26ê Cotmehê ji ser dergeha Xirbet El-Coz a li rojavayê Idlibê derbasî Sûriyê kirin.
Li gorî zanyariyên çavkaniyên xwecihî ew hêz pêşî derbasî gundewarên rojavayê Idlibê bûn û piştre li çiyayê Zawiye bi cih bûn.
Hêjayî gotinê ye di çend rojên dawî de, li dorûbera Idlibê di navbera hêzên Sûriyê û çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê de şer û pevçûn dijwar bûne ku car caran hêzên Tirk û rejîmê jî hevdu hedef digirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin