Artêsa Tirkiyê kustina du leskerên xwe ragihand

Dîroka weşanê :
Artêsa Tirkiyê kustina du leskerên xwe ragihand

PeyamaKurd – Hêzên Çekdarên Tirkiyê (TSK) peyamek belav kir û tê de ragihandin ku di du leşkerên wan di operasyona ser Başûrê Kurdistanê ya dijî PKKê de hatine kuştin.

Li gorî hatiye eşkerekirin Çawişê Pispor Mehmet Kirmizî dema vegera operasyonê û leşkerê din Muslum Toprak jî dema operasyona Pençe-Yildirim hatine kuştin.

Beriya niha jî Wezareta Berevaniya Tirkiyê kuştina hejmarek leşkerên tirk di wê operasyona berdewam dike de eşkere kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin