PeyamaKurd – Artêşa Ûgandayê li bakûrê Komara Kongo ya Demokratîk operasyon kir ser rêxistina Hêzên Hevkariya Demokratîk (ADF) û di encamê de ragihand ku 548 endamên rêxistinê kuştine.
Berdevkê operasyona li Kongoyê bînbaşi Bilal Katamba ragihandiye ku operasyon dewam dike. Katamba ragihandiye ku di operasyonan de 50 endamên ADFê girtine û 31 kes jî teslîm bûne.
Katamba ragihand ku operasyon ji terefê artêşa Ûganda de tê meşandin lê di derbarê wendayiyên leşkeran de ti agahî neda.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin