PeyamaKurd – Artêşa Ukraynayê diyar kir, wan 13 dronên Îranê li esmanên Mykolayv xistine xwarê.
Li gor Berdevkê Fermî yê Artêşa Ukraynayê da zanîn: “Derengê şeva borî heta îro serê sibehê hêzên wan 13 dronên Îranî yên Kamîkaze û cureya ‘Shahed-136’ li esmanên navçeya Mykolaiv a Ukraynayê xistine xwarê.”
Hêjayî gotinê ye, bi berdewamî serok û berpirsên payebilindên Ukrayna û çavkaniyên çapemeniya welatên rojava behs dikin ku Rûsya bi dronên Îranî bombebarana paytext û navçeyên cuda yên Ukraynayê dike û vê wek pêşhateke metirsîdar dinirxînin û dibe ku di pêşerojê de ziyanekî mezin bigihîne Îranê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin