Avahiya nû ya balyozxana Amerîkayê li Ankara vebû

Avahiya nû ya balyozxana Amerîkayê li Ankara vebû

PeyamaKurd – Amerîka ji bo xebatkarên xwe yên balyozxanê tê de bicîh bike û xebata xwe baştir karibe dewam bike, avahiyeka nû çêkir, avahiyê temam kir û bi awayekî fermî serkonsulxaneya xwe vekir. Serkonsulê Amerîka yê Ankara Jeff Flake, hevjîna wî Cherly Flake, piyadeyên deryayê û xebatkarên sefareta mezin li avahiya nû di dema ku alê daleqandin, tevlî merasimê bûn. Vîdeo di ser hesabê serkonsul Flake yê Twitterê de hat belavkirin û di vîdeoyê de Flake weha got:

“Em gelek şa ne ku avahiya xwe ya nûh vedikin. Mirov dikare avahiya me ya nûh di asta herî bilind de bikarbîne û avahî bi temamî avahiyekî nûjen e. Hem em ê muxatabên me yên Tirkiyê, hevkarên me û kesên ji bo vîzeyê seredana me kirine, em ê wan di avahiya nûh de bi rizamendî pêşwazî bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin