Polîsan cara 3'emîn bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de gir: 3 kes binçav kirin

Polîsan cara 3'emîn bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de gir: 3 kes binçav kirin

PeyamaKurd -  Li avahiya HDPê ya Amedê piştî di 3'ê Adarê de bi tevlêbûna parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag 6 kesan dest bi greva birçîbûnê kir û di 8'ê Adarêde bi tevlêbûna parlamenterên HDPê Tayip Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyan berdewa kir, polîsan heta niha 3 caran bi ser avahiya HDP'ê de girt.

Polîsan di cara 3'emîn de 3 çalakgerên di grevê de binçavkirin. Polîsan li Mêrsîn û Erziromê jî bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçav kirin. Li Gimgimê jî ji 11 kesên hatibûn binçavkirin jê 3 kes hatin girtin. 

Li avahiya HDPê ya Amedê di 3'ê Adarê de bi tevlêbûna parlamentera HDPê ya Amedê Dersim Dag û 5 welatiyên din greva birçîbûnê dest pê kiribû.

Polîsan di şeva 3'ê adarê de bi ser avahiyê de girt û 5 welatî binçavkirin. Polîsan piştî lêpirsînê 5 welatî 7'ê adarê de serbest berdan.

Di 8'ê Adarê de bi tevlêbûna parlamenterên HDP'ê yên Wanê Tayip Temel û Murat Sarisaç û welatî Sevican Yaşar, Salih Cansever, Îsmet Yildiz, Salih Tekin, Bîlal Ozgezer, Abdulhalik Kurt û Yusuf Ateş 10 kesan çalakî berdewam kir.

Polisan di şeva 8'ê Adarê de dîsa 7 welatiyên li avhiya HDP'ê ya Amedê di grevê de binçavkirin û 4 welatî girtin. 3 welatî jî serbest erdan. Welatî Abdulhalik Kurt, Yusuf Ateş û Salih Cansever pişti di 12'ê Adarê de hatin berdan duh li avahiya HDP'ê dîsa çalakiya xwe ya grevê berdewam kirin. Polîsan disaetên serê sibê de dîsa bi ser avahiya HDP'ê de girtin û welatiyên di çalakiya grevê de Abdulhalik Kurt, Yusuf Ateş û Salih Cansever dîsa binçav kirin û birin midûriyeta polîsan a Amedê. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin