Serok Barzanî bi peyamekê sersaxî li Mar Gorgîs Slîwa kir

Serok Barzanî bi peyamekê sersaxî li Mar Gorgîs Slîwa kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Patriyarkê Dêra Rojhilatî yê Aşûriyan Mar Gorgîs Slîwa kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Birêz qedasetû Patrîyark Mar Gorgîs Slîwa, Patriyarkê Dêra Rojhilatî ya Aşûriyan, bi xemgîniyeke zêde min xebera koça dawî ya xatû Danyal Slîwa xuşka we ya birêz bihîst. Serxweşiya xwe arasteyî cenabê te û malbata we dikim û xwe hevbeşê xema we dizanim. Ji Xwedayê mezin daxwazê dikim ruhê xuşka we şad bike û sebir aramiyê bide we.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin