PeyamaKurd – Girtiyekî Kurd li bajarê Mehabad yê Rojhilatê Kurdistanê, hat bidarvekirin.
Li gor Malpera Mafên Mirova ya Hengawê diyar kiriye, îro danê sibê li girtîgeha navendî ya bajarê Mehabadê, girtiyê Kurd bi navê Daniyal Dîvanî Azer ku bi tohmeta kuştinê hatibû girtin, hat bidarvekirin.
Daniyal Dîvanî Azer, duyemîn tohmetbarê kuştina xortê Mehabadî Sadiq Bermekî bû.
Herwiha çavkaniyekî ji Hengawê re da zanîn, malbata Daniyal pêr çûbûn ba wî lê ji ber ku malbata kuştî rizamendî nedabû, ew îro hat bidarvekirin.
Tohmetbarekî din yê kuştina Sadiq Bermekî bi navê Kemal Esxerî, roja 7ê vê mehê hat bidarvekirin. Sêyemîn tohmetbar Daniyal Zeynul Abidîn jî îsal biharê li girtîgeha bajarê Miyandavê di bin îşkencê de hat kuştin.
Havîna sala 2017an, her sê tohmetbaran hevalekî xwe bi navê Sadiq Bermekî (19 salî) kuştibûn, termê wî şewitandibûn û vîdeoya wê jî belav kiribûn. Ew her sê kes hatibûn girtin û bi sizaya qîsasê hatibûn mehkûmkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin