Sûriye: Pêsketin di Komîteya Destûrî de çêbûne

Sûriye: Pêsketin di Komîteya Destûrî de çêbûne

PeyamaKurd - Hikûmeta Sûriyê û Nûnerê Navdewletî yê Taybet bo wî welatî tekez kirin, ew ji destbikarbûna Komîta Destûrî ve nêzîk bûne.

Wezarta Derve ya Sûriyê ragihand, Şanderê Navdewletî Geir Pedersen bi Wezîrê Derve Welîd Muelim e civiya û her du aliyan tekez kirin ku proseya destûrê karekî Sûrî ye û ji mafê gelê Sûriyê bi tenê ye ku pêşeroja xwe diyar bike.

Herwiha aşkere kir, pêşketineke mezin di pêkanîna avakirina Komîta Destûrê de çê bûye û ew ji destbikarbûna Komîta Destûrî ve nêzîk bûne.

Ji aliyê xwe ve, Nûnerê Navdewletî Geir Pedersen ragihand, wan danûstandinên avaker bi Hikûneta Sûriyê re kirine û pêşketineke berçav di pirsa Komîta Destûrî de çê bûye.

Netewên Yekbûyî (NY) hewl dide Komîta Destûrî ya Sûriyê di çarçova dîtina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê de ava bike, lê ta niha ti lihevkirin derbarê destnîşankirina endamên wê komîtê peyda nebûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin