Cenazê Burhanettin Firat hat dîtin

Cenazê Burhanettin Firat hat dîtin

PeyamaKurd- Li bajarê Hekkariya xortekî 12 salî yê bi navê Burhanettin Firat, di dema ku di ava newala bi navê Şalê de derbasî aliyê dinê dibe, ji ber av zêde xurte, bi avê de diçe û wenda dibe.

Gundê wî 3 km dûrê navenda bajêre. Li ser ku xeberê didin parêzgehê, tîmên AFAD ê diçin ciyê bûyerê û dest bi lêgerîna Burhanettin Firat dikin. Piştî ku ava newala Şalê hinekî datîne, tîmên rizgarkirinê cenazê Firat dibînin.

Berê gundî bi derfetên xwe li Burhanettin Firat digerin lê dema çara wan namîne, xeberê didin parêzgehê. Cenazê Burhanettin Firat dibin morga nexweşxane ya Hekkariya.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin