Berya seredana Trump wê Esed here Koreyê

Berya seredana Trump wê Esed here Koreyê

PeyamaKurd- Li gor ragihandina ajansa Kore ya Bakûr KCNA yê; serokê dewleta Sûriyê Beşer Esed wê here serdana serokê Koreyê Kim Jong Un û pêre hevdîtin bike. Berya hevdîtina Kim û Trump wê ev hevdîtin pêk were.

Hat ragihandin eger hevdîtin li payîtexta Kore li Piyangyongê çêbibe, wê ev cara yekem be ku serokê dewletekî seredana Kim li welatê wî bike. Di derbarê roja hevdîtinê de hêj beyanekî nehatiye dayîn û çapemeniya Sûriyê jî niha bêdeng e.

Li gor ajansa KCNA yê Esed gotiye ku bo her dû Kore bibin yek û biserbikevin, baweriya wî bi Kim bi temamî heye û Esed di temamê siyaseta Kim de piştgiriya wî dike.

Sedema seredana Esed bo Koreyê bi temamî nehat fêmkirin lê di rojên pêşiya me de wê gelek tişt derên ortê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin