PeyamaKurd- Rojnama Fransiz ya bi navê Le Parisien ragihand ku 3 layangirên PKK/YPG ê bi sedema ku êrîş birine ser balyozxaneya Nantesê ya Tirkiyê hatin binçavkirin. Her 3 kes êrîşê birine ser avahiya balyozxaneya Tirkiyê, li ser dîwarê wê sloganên xwe nivîsandine û benzînê rêtine dora avahiyê.
Di encama ku di avahiyê de alarm lêdaye, polîs gihaye ciyê bûyerê û nehiştiye agir bi avahiyê bikeve. Kesên hatine binçavkirin 2 xort û keçekî ne.
Piştî operasyona Tirkiyê ya ser Rojava û heya niha, li welatên Ewrûpayê li dora 20 êrîşan birine ser ciyên weha yên Tirkiyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin