Williams Burns bû serokê CIA yê

Williams Burns bû serokê CIA yê

PeyamaKurd – Namzedê ku serokê Amerîkayê bo serokatiya îstîxbarata Amerîkayê CIA yê nîşan dabû William Burns ji senatoya Amerîkayê erka xwe sitend û bû serokê CIA yê.

Di dîroka Amerîkayê de Burns bû serokekî CIA yê ku di eslê xwe de dîplomate û cara yekeme tiştekî weha çêdibe.

Burns berê cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê bû û di nav partiya komariyan de hene ku destekê didin wî.

Di navbera salên 1998-2000 an de balyozê Amerîkayê li Ummanê bû. Di navbera salên 2005-2008 an de balyozê Moskovayê û di salên navbera 2011-2014 an de cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin