PeyamaKurd – Serokê ragihandinê yê serokkomariya Tirkiyê Fahrettin Altun li ser êrîşa ser Selçuk Özdağ, Orhan Uğuroğlu û Afşin Hatipoğlu beyan da û got wê êrîşker di wexteka kurt de derên ber dadê.
Altun, beyana xwe di ser hesabê medya civakî de da û got ku li êrîşan lanetê tîne û dê di demekî kurt de êrîşker bên derxistin ber dadê. Altun got:
“Dewleta me te’mînata demokrasiyê û azadiya ramanêye.”
Her sê kesên navborî dema ji mala xwe derketibûn, grûbên çekdar bi daran li ber derê malên wan êrîşê ser wan kiribûn û wan birîndar kiribûn. Selçuk Özdağ cîgirê serokê Partiya GELECEK ê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin