Tevî rêkeftinê jî malên Kurdan valanakin

Tevî rêkeftinê jî malên Kurdan valanakin

PeyamaKurd - Koçberên Xûtaya Rojhilat ku li Efrînê hatine bicihkirin tevî rêkeftinê jî red dikin ji malên Kurdan derkevin û xwepêşandanek pêkanîn.

Rêxistina Mafên Mirovan berî 3 rojan ragihandibû ku Encûmena Sivîl a Mabeta û koçberên Xûtaya Rojhilat li hev kirine ku ew Erebên Xûtayê di heyama 3 rojan de ji 56 malên Kurdan ku dagirkirine derkevin û welatiyên Kurd ku xwediyên wan xaniyan in vegerin malên xwe.

Lê belê tevî biryara komîteya ku ji herdu aliyan hatibû avakirin jî, wan koçberên Xûtayê red kirine ku ji malên Kurdan derkevin û xwepêşandanek pêkanîn. Di xwepêşandanê de Erebên Xûtaya Rojhilat daxwaza rûxandina rejîma Sûriyê kirin û xwestin ku li navçeyên xwe yên berê vegerin.

Herwiha li gor nûçeya K24ê koçberên Xûtayê gef li komîteyê xwarine û piştî wê çekdarên Cebhe el Şamê endamê encûmena Mabeta yê bi navê Arif Mihemd Elî û kurê wî Ciwan, girtin û îşkence kirin û piştî demekê ew her du jî berdan.

Bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê 18ê Adarê ji aliyê çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve hatibû dagirkirin û piştî dagirkirina Efrînê bi hezaran Kurd ji neçarî ji malên xwe bûbûn û çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve jî Erebên Xûtaya Rojhilat li malên Kurdan bicih kiribûn ku heta niha jî dagirkirina malên Kurdan berdewam dike. Piraniya xelkê navçeya Mabeta Kurdên Elewî ne û ji ber wê yekê gelek binpêkirin ji aliyê çekdaran ve li dijî wan tên kirin û navçeya Mabeta 15 kîlometre dûrî navenda Efrînê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin