Buldan: Em li dijî talan û dizî û gendelîyê besdarî hilbijartinan dibin

Buldan: Em li dijî talan û dizî û gendelîyê besdarî hilbijartinan dibin

PeyamaKurd - Hevseroka Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan ragihand ku "em dê di 31ê adarê de li dijî diruşma yek milet, yek ala, yek welat û yek ziman, beşdarî hilbijartinan bibin".

Pervîn Buldan li Amedê di pîrozbahiya Newrozê de axivî û dîyar kir: “Îro 21ê adarê ye û 31ê adarê jî tê, ji bo hilbijartinan 10 roj mane, divê her kes bizane ku di 31ê adarê de em li hember zilm û zordariyê diçin hilbijartinan, em li hember rejîma AKPê û MHPê beşdarî hilbijartinan dibin.”

Buldan di berdewamîya axaftina xwe da got:  “Em li hember talan û dizî û gendelîya ku heye, beşdarî hilbijartinan dibin. Em di 31ê adarê da li dijî diruşma yek milet, yek ala, yek welat û yek ziman beşdarî hilbijartinan bidin. Di 31ê adarê de li hember wan kesên ku serdestî û serwerîya yasayan binpê dikin, beşdarî hilbijartinan dibin.”

Hevseroka HDPê herwiha got: “Em li hember wan kesan beşdarî hilbijartinan dibin ku miletê me xistine nav çerxeke bêkarî û zarokên me mehkûmê dahatûyeke reş tarî kirine. Em li hember wan kesan beşdarî hilbijartinan dibin ku vîna gelê me qebûl nakin û dixwazin bi qeyûman dest daynin ser vîna me.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin