Li Amadê 14mamostê hatin binçavkirin

Li  Amadê 14mamostê hatin binçavkirin

PeyamaKurd - Li bajarê Amad yê Bakûrê Kurdistanê, 14 mamosta tenê ji ber ku dora xwe ya salona fûtbolê nedane dadwerekî, hatin girtin.

Li bajarokê Çermîk yê Amedê, tiştekî sosret qewimî. Li gorî medyaya Tirkiyê, 14 mamosta tenê ji ber ku razî nebûne dadwerek beriya wan di salona fûtbolê de bilîze, hatin girtin.

Li gorî agahiyan, ew tişta sosret bi vî rengî qewimiye: Bernameya yariya mamostayan ji saet 9 sibê heta 10 sibê bûye, bernameya yariya dadwer jî ji saet 10 sibê heta 11 Sibê bûye. Lê dadwer, ji ber ku bîra wî çûye, zûtir çûye salonê û xwastiye di saeta mamostayan de bilîze. Mamosta razî nebûne ji ber wê jî di navbera wan û dadwer de gengeşî derketiye.

Li ser vê yekê, dadwer fermana girtina wan mamostayan daye û bi vî rengî tevahiya wan mamostayan ji aliyê hêzên polîs ve hatine girtin.

Wezîrê Dadê û serokê encumena dadwer û hakiman ya Tirkiyê, Abdulhemîd Gul li ser vê mijarê ragihandiye, wan li ser girtina mamostayan û wê aloziyê lêpirsîn dane destpêkirin.

Girtina wan mamostayan ji aliyê Sendîkaya Perwerdê ve bi tundî hatiye şermezarkirin û hatiye gotin ku wî dadwerî posta xwe bi awayekî keyfî bikar aniye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin