Awrûpa dixebite da 3 mîlyar Euro bide Tirkiyê

Awrûpa dixebite da 3 mîlyar Euro bide Tirkiyê

PeyamaKurd- Seroka delegasyona Yekîtiya Awrûpayê bo Tirkiyê balyoz Christian Berger ragihand ku alîkariya wan bo penaberên Sûriyê ku li Tirkiyêne dewam dike. Berger got ku niha 3 mîlyon û 500 hezar koçberên Sûriyê li Tirkiyêne û qedandina pirsgirêka nav Sûriyê ji kar sazkirina bo penaberên Sûriyê lipêştire. Lê bo demên kurt divê koçber karibin di kar de, xwe li ser piya bigrin.

Berger, di dewama gotinên xwe de got ku niha li 3 mîlyar Euro xebat tê kirin da bidin hukumeta Tirkiyê. Dawiya vê hefteyê jî wê li Burukselê bo perwerdê bi Tirkiyê re bo 400 mîlyon Euroyê peyman bê îmzekirin. Mijara tenduristî jî wê di pey de be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin