Avrasyayê bi Îran û Çînê re peyman îmze kirin

Avrasyayê bi Îran û Çînê re peyman îmze kirin

PeyamaKurd - Yekîtiya Aboriyê ya Avrasyayê (AEB) li Astanaya paxtextê Qazaxistanê bi Îran û Çînê re peyman îmze kirin.

Peymana ewil bi Îranê re li ser avakirina herêma bazirganiyê ya serbest hat îmzekirin.

Peymana duyemîn jî bi Çînê re li ser hevkariya aborî û bazirganiyê hat îmze kirin.

Peyman di çarçoveya Foruma Aboriyê ya Astanayê ya 11emîn de bi temaya "Astengiyên dinyayê yên kurewî" hat îmzekirin.

Tîgran Sarkisyanê Serokê Komîsyona Aboriya Avrasyayê (AEK), Alîkarên Serokwezîrên Qazaxistan, Qirxizistan, Ermenistan, Rûsya û Belarûsê û nûnerê Îranê beşdarî merasima îmzeyê bûn.

Di çarçoveya peymana di navbera Îran û welatên endamên AEBê hat îmzekirin de her du alî bona berhemenên ku tên îdxalkirin ji bona 3 salan ji hevdû wê baceya gumrukê kêm bistînin.

Di peymana di navbera Çîn û endamên AEByê hat îmzekirin de jî hevkariyên sektorel û berfireh wê werin kirin

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin