PeyamaKurd- Li Sûriyê desteka hêzên Îranê bo Beşer Esed dewam dike û her diçe hêzên xwe yên li Idlibê, li dijî Tirkiyê xurttir dike. Îran roja berê, ji Îranê 400 mîlîtan di ser bajarê Dêrezora Sûriyê de şand Idlibê da rejîmê destek bike.
Her 400 mîlîtanên Îranî perwerdeya wan li Îranê hatiye kirin û di bin fermana artêşa Îranê de ne. 400 mîlîtanên Îranê li ser xetta eniyên şer hatine belavkirin. Bo nebin hedefa SİHA yên Tirkiyê, her 400 kes bi rêya dolmûşan bo xettên cephe hatine şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin