PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku rêxistina Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) ku li şûna El Nûsrayê hatibû avakirin, piştî êrîşeke tund bajarekî li rojavayê parêzgeha Helebê kontrola bajarekî bi dest xistiye.
Li gor çavkaniyên herêmê, HTŞê piştî êrîşa xwe ya şeva borî bajarê Deraet Îzze ku di destê komeke opozîsyona çekdar a nêzîkî Tirkiyê de bû, kontrol kir.
Di nûçeya malpera Dengê Asyayê de hatiye ragihandin ku HTŞê berevaniya koma Nuredîn Zengî şikandiye û bajarê Deraet Îzze kontrol kiriye.
Herwiha tê ragihandin ku HTŞê li rojavayê Helebê du bajarok û çend deverên din jî xistine kontrola xwe ku sedema van êrîşên wan jî kuştina 5 milîtanên wan ji aliyê çekdarên opozîsyonê ve ye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ev sê roj in li derdora Idlibê şerekî dijwar di navbera HTŞ û komên çekdarên opozîsyonê de rû dide.
HTŞ ku ketiye şûna Cebhet el Nûsrayê ji aliyê gelek welatan ve wekî peyrewa El Qaydê û rêxistineke terorîst tê naskirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin