PeyamaKurd – Bilind Îsmailê PDKyî ji medya Kurdistanê re derbarê avakirina hikûmeta Kurdistanê de daxuyanî da û got Ji bo hikûmetê dê peymana dawî bê îmzekirin.
Berpirsê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê şubeya 16emîn Bilind Îsmaîl ji medya Kurdistanê re axivî û diyar kir ku ji bo avakirina hikûmetê bi Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) re li hev kirine û mijareke ku nehatiye yekalîkirin nemaye,
Îsmaîl, “Bi tenê Goran îtîraz dike ku cîgirê duyemîn ê Serokatiya Kurdistanê bidin YNKê. Em çaverê ne ku ev mijar jî were yekalîkirin. Hevdîtinên me yên bi YNKê re werin didomin. Mijarên nakok jî dê werin yekalîkirin. Di nava hefteyê de em dê rêkeftina dawî îmze bikin.”
Hikûmeta nû ya Kurdistanê ji ber nîqaşa YNK û GORANê ya ji bo duyemîn Serokê Kurdistanê nahê avakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin