Li Stenbolê '1ê Gulanê' bêhtirî sed kesan hatin binçavkirin

Li Stenbolê '1ê Gulanê' bêhtirî sed kesan hatin binçavkirin

PeyamaKurd - Şaxê Stenolê yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) îro 1ê Gulanê ragihand ku li Taksîm, Şîşlî û Beşîktaşê bi giştî 119 kes ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin.

Li gorî amarên ÇHDê dane, 16 kes ji Qereqola Polîsan a Şişliyê hatine berdan, lê 103 kesên din hîn di bin çavan de ne ku wan derxin pêşberî dozger û dadgehan.

ÇHDê da xuyakirin, hemû welatiyên hatine binçavkirin mafên xwe yên destûrî bi kar anîne, divê werin berdan.

Li aliyê din Ajansa Anadolûyê (AA) jî ragihandiye ku îro li Şîşliyê 28, li Beşîktaşê 29, li Beyoglûyê 22, li Kagithaneyê 4, li Bakirkoyê 1 û bi giştî 84 kes hatine binçavkirin.

Li gorî ajansa DHA ya Tirkiyê jî 127 kes hatine binçavkirin ku 55 kesên xwestine ji Beşîktaşê, 38 kesên xwestine ji Şîşliyê, 29 kesên xwestine ji Beyoglûyê ber bi Taksîmê ve bimeşin, hatine binçavkirin û herwiha li Kagithaneyê 4 li Bakirkoyê jî  kesekî din hatiye binçavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin