PeyamaKurd – Îro şemiyê (13.07.2019) serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeyek bilind a balyozxaneya Tirkiyê ya li Iraqê ya bi serokatiya Fatih Yildiz re kir.
BALYOZÊ TIRKIYÊ YÊ IRAQÊ PÎROZBAHÎ LI SEROKWEZÎR BARZANÎ KIR
Di hevdîtinê de balyozê giştî yê Tirkiyê yê li Hewlêrê Hakan Karaçay jî amade bû û balyozê Tirkiyê yê Iraqê pîrozbahî li serokwezîrê herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê bo kabîneya nû xwest û got: ‘’Em hêvîdarin destbikarbûna kabîneya nû bibe destpêka qonaxekî tejî ya jiyaneke xweş bo xelkê herêma Kurdistanê û peyvendiyên navbera Tirkiyê û herêma Kurdistanê û Iraqê.’’
Li hember vê yekê serokwezîrê Kurdistanê spasiya şandeya mêvan kir û got: ‘’Hêvîdar in peyvendiyên navbera Tirkiyê û herêma Kurdistanê bi taybet jî di warên aborî de berdewam û bihêztir bin.’’
BARZANÎ: EM Ê ZEMÎNEKÎ BAŞTIR BO BERHEMANÎNA NAVXWE Û BYıANÎ AVA BIKIN
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi giringiya hemû curekirina aboriya herêma Kurdistanê kir, ku bi awayekî sektorên kiştûkal, pîşesazî, geştûguzar û dahata Kurdistanê nebe tenê yek çavkaniyek û got: ‘’Em ê zemînekî baştir bo berhemanîna navxwe û biyanî ava bikin.’’
Herwaha serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî nîgeraniya xwe ya derbarê pevçûnên li navçeyên sînorî û bûyîna qurban a xelkê sivîl jî diyar kir.
Serokwezîr Barzanî daxwaz jî kir, hemû aliyek rêz li serweriya herêma Kurdistanê bigre û nebin sedemê ziyan gehandina hemwelatiyên herêma Kurdistanê. Herwaha daxwaz kir, bo geştên hemwelatiyên her du aliyan jî asankarî bê kirin û li balefirgehên Tirkiyê jî hemwelatiyên herêma Kurdistanê rastî pirsgirêk û astengiyan neyên kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin