"Biryara Hikûmeta Iraqê li ser Singalê nayê qebûlkirin"

"Biryara Hikûmeta Iraqê li ser Singalê nayê qebûlkirin"

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêza Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo ragihand,ku Hikûmeta Iraqê biryar daye ku bi hezaran malbatên Ereb ên ku alîkariya DAIŞê kiribûn, dîsa wan vegerîne Şingalê.

Beriya niha berpirsên siyasî û leşkerî yên Şingalê ragihandibûn ku, bi alîkariya Hikûmeta Iraqê û Heşda Şebî, êdî ew Erebên ku di karesata Şingalê de alîkariya DAIŞê kiribûn, dîsa vedigerin Şingalê.

Heyder Şeşo ji malpera PDKê re ragihand: “Hikûmeta Iraqê biryarek daye ku bi hezaran malbatên Ereb ên gundê Golat ê rojhilatê Şingalê vegerîne navçeyê, ku destê wan Ereban di komkujiya Êzdiyan de hebû.”

Şeşo wiha got: “Wan malbatan alîkariya DAIŞê dikirin. Lê hikûmeta Iraqê wek hercar dîsa şaşîtiyê dike. Hatina wan malbatên ku alîkariya DAIŞê kirine, metirsî ye li ser jiyana xelkê Şingalê û dibe ku tiştên pir xerab çêbibin. Em jî vê yekê qebûl nakin.”

Heyder Şeşo wiha domand: “Ew kesên ku destê wan di karesata komkujiya Êzdiyan de hebû, dibê bin cezakirin û bighên heqê xwe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin