PeyamaKurd- Wezareta berevaniyê ya Amerîkayê, Pentagon ragihand ku tatbîqata “Parêzvanê Azadiyê” jî di nava wan de, 3 tatbîqatên ku bi Kore ya Başûr re hatibûn plankirin, bo wexteka ne diyar hatin paşdexistin.
Berdevka Pentagonê Dana White bi awayeka nivîskî ragihand ku piştî hevdîtina bi serokê Kore ya Bakûr re li Sîngapûrê hevdîtinan kirin, di pey de heman heyet bi serokerkanê Amerîka re, bi Joseph Dunford re civînek li darxistine. Piştî civînê White got:
“Wezîr Mattis, bo piştgiriya Zîrweya Sîngapûrê destek bikin, bi hevkarê me Kore ya Başûr re, hemû tatbîqat bo demeka ne diyar hatin paşdexistin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin