PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku sewqiyata sîstema fuzeyên S-300an destpêkiriye û dişînin Sûriyê. Lavrov weha got:
“Mîlîtan û sîlihên giran ji Îdlibê bo deverên dinan tên şandin. Piştî balafira me li Sûriyê hat xistin, me dest bi sewqiyata sîstema S-300an kir."
Lavrov li ser mijara El Nusrayê ku dê çawa ji Îdlibê veqetin de weha got:
“Sîlihên giran tevî mîlîtanan, ji herêma Îdlibê ku ji sîlihan hatiye xalîkirin, dibin herêmên din. Tirkiye berpirsiyariya muxalifên ku ji Nusarayê veqetin, girt ser xwe. Ev karekî hêsan nîne. Rêvebiriya Obama çend caran soz da me lê nekir, heta rêvebiriya niha jî. Em hêvî dikin ku muxalifên nerm yên Tirkiyê ji Nusrayê veqetin.”
Lavrov ragihand ku her çendîn Sûriye, Rûsya, Îran û Tirkiye ji sedî sed li ser mijaran ne hemfikirin jî, di têkoşîna bi terorê re û di yekîtiya axa Sûriyê de hemfikrin û formata Astana gelek bi fêde ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin