Abadî: Kurd zorê nadinê, lê ji dil in!

Abadî: Kurd zorê nadinê, lê ji dil in!

PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraq Haydar Abadî di derbarê xebatên avakirina hikûmeta nû de axivî û tewra Kurdan jî nirxand. Abadî got ku ji bo avakirina hikûmetê Kurd zorê nadinê, lê belê di vê mijarê de ji dil in.

Serokwezîrê Iraq Haydar Abadî daxuyaniyek da çapemeniyê û li ser hevdîtina bi Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî axivî û wiha got: “Em bi Barzanî re li ser geşedanên dawî yên li welêt, xebatên avakirina hikûmeta nû û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de axivîn.”

Abadî wiha dewam kir: “Heta 3 hefteyan em hêvî dikin ku dadgeha federal encamên hilbijartinê tesdîq bike. Em hewl didin ku bi Kurdan re pêwendiyên xwe baştir bikin. Em dixwazin ku Kurd, Ereb û Turkmen bi hev re pergalekê ava bikin ku em bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin