PeyamaKurd - Rêxistina Heyet Tehrîr El-Şam (Nusraya berê) ku ev 8 roj in bi komên çekdarên opozîsyonê re şer dike, heta niha zêdetirî 50 gund û bajarok li başûrê Idlib û bakurê Hemayê ji destê komên çekdar derxistin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku doh 8ê Çile HTŞê êrîşî 3 deverên Cebhet Weteniya ya Tehrîr (Beriya Niştimanî ya Rizgarkirinê) kiriye û 19 gund û bajarokên navbera parêzgehên Idlib û Hemayê kontrol kirin.
SOHRê daxuyakirin, di encama şerê 8 rojên navbera HTŞ û Cebhet Weteniya ya Tehrîr de zêdetirî 140 çekdar ji her du aliyan hatine kuştin û HTŞê 50 gund û bajarok kontrol kirine.
Hêjayî bibîrxistinê ye şerê navbera komên çekdarên opozîsyona Sûriyê ya Tirkiye piştgiriya wan dike, 1ê Çileyê 2019an dest pê kiribû û di encama wî şerî de koma Nuredîn Zengî li hemberî HTŞê têk çûbû û hatibû hilweşandin. Endamên wê komê jî reviyabûn Efrînê.
HTŞ, Cebhet El-Nusra ya berê ye û wekî baskê El Qaideya li Sûriyê tê naskirin û Îlona 2018an jî ji aliyê Tirkiyê ve wek rêxistineke terorîstî hatiye pênasekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin