Girtîgehek ‘ji ber dîlanê’ girtiyan siza dike

Girtîgehek ‘ji ber dîlanê’ girtiyan siza dike

PeyamaKurd - Parlementera Agirîyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dirayet Dilan Taşdemir pirsnameyek da parlamentoyê û ji wezîrê dadê pirsî bê çima ‘ji ber dîlanê jî girtî têne cezakirin?’

Parlementer Taşdemir diyar kir ku li Girtîgeha Panosê ji ber ku girtîyan dîlan gerandiye ew hatine siza dan. Herweha Taşdemir eşkere kir ku rayedarên girtîgehan bi rêbazên kêfî û li dijî mafên mirovan tev digerin.

“Li Girtîgeha Panosê mafên mirovan tên binpêkirin: Nexweş bo nexweşxaneyan nayên şandin, destûr nayê dayin ku serê xwe bişûn, bi awayekê kêfî mafê wan ê hevdîtin û axaftina telefonî tê astengkirin.”

  • Dirayet Dilan Taşdemir da zanîn ku ji beriya niha jî wan ji Wezareta Dadê û parlamanê re rewş diyar kiribû. Taşdemîr ji wezîrê dadê Abdulhamid Gul pirsî ka piştî pirsnameyên wan tu kes ji bo kontrolkirinê ji bo girtîgehê hatine şandin yan na.
  • Gelo ji bo dîlankirinê sûcekê qeydkirî heye yan na?
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin